YRK'ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê hişyarî da sîxuran û got: "Dev ji çeka dijmin berdin, nebin hevkarên kiryarên dijmin." Her wiha dîmenekî cezakirina sîxurekî bi navê Salar Reng Amîz li Sineyê hat parvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê, bi rêya sîxurtiyê binpêkirinên xwe li ser gelê Îranê û bi taybet li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê, bênavber didomîne.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê, bi daxuyaniekê hişyarî da sîxuran.

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya (YRK)’ê bi vî rengî ye:

"Di demên dawî de bi taybet piştî operasyona hêzên Supaya Pasdarên Îranê ya li ser hêzên me li herêma Mehabadê 4 gerîla şehîd bûn.

Me li ser wê bûyerê lêkolîn da destpêkirin.

Di wan lêkolînan de careke din hat piştrastkirin ku ya ku bûye sedema şehadeta hevalên me hevkariya Kurdên xwefiroş a bi dijmin re ye.

Ev kes xwe mîna cehş bi rêxistin dikin û mîna kurmê darê di hundir de bi dijmin re êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dikin, bi her awayî ji dijmin xirabtir derbê li gelê xwe dixin.

Di daxuyaniya xwe ya beriya niha de, me dabû diyarkirin ku Cehşê bi Navê Omer Dehqan ji ber destê wî di şehadeta 4 hevalên me de hebû û di nava operasyonê de cihê xwe girtiye, ji aliyê hêzên me ve ji bo tolhildana wê bûyerê hatiye cezakirin.

Di vê bûyerê de ne tenê ew, hin cehşên din jî ku hevkarî bi dijmin re kirine hatine tespîtkirin û di demên guncaw de wê hesab ji wan were xwestin."

Di dawiya daxuyaniyê de ev hişyarî hat dayîn:

"Weke Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), careke din em hişyariyê didin û dibêjin yên destê wî di xwîna gelê me û gerîlayan de hebe û bi nirxên gel bilîzin, bê exlaqiyê di nava civakê de pêş bixin, karên madeyên hişber bikin û ciwanên me ji rê derxin, teqez wê bên cezakirin.

Lewma bangawaziya me ji wan kesan ew e ku dev ji çeka dijmin berdin, nebin hevkarên kiryarên dijmin û werin nav refên gelê xwe û bi Kurdbûna xwe serbillind bijîn."

Dîmenê cezakirina sîxurekî li Rojhilat hat weşandin

Ji aliyekî din têklidarî mijarê, Tîmên Tolhildanê yên Şehîdên Kurdistanê ragihand ku di 8’ê tebaxa 2026’an de, wan sîxurekî bi navê Salar Reng Amîz li Sineyê ceza kiriye.

Sîxur Salar Reng Amîz hevkariya dewleta Îranê dikir û destê wî di belavkirina bêexlaqî û madeyên hişber a di nav civakê de hebû.

Îro jî dîmenê cezakirina sîxur Salar Reng Amîz li ser kanala telegramê ya bi navê ‘Asoy Gerîla’ hat weşandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye