Li Rojhilat û Îranê 6 kes hatin darvekirin

Saziya Mafên Mirovî ya Hengawê ragihand ku Rejîma Îranê li Girtîgeha Kerecê 3 ji wan Kurd 6 kes darve kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Li gorî rapora Hengawê, 3ê Tebaxa 2025an, cezaya darvekirina (Mihemed Gelûsî) xelkê Kirmaşanê, (Ferîborz Heqî) ji Nûrava û (Elî Husênpûr) ji Kuyeştê, (Riza Bextawer) û (Mêysam Cudekî) herdu xelkê bajarê Kerecê û (Secad Pûrdaniş) ji Tehranê li girtîgeha navendî ya Kerecê hate cîbicîkirin.

Hengawê da zanîn ku her şeş girtî berê bi tawana pêwendîdar bi madeyên hişber hatibûn girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûn cezakirin.

Heta dema belavbûna vê raporê, sazî û dezgehên eleqedar yên Îranê derbarê darvekirina van 6 kesan de daxuyanî nedaye.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye