Duh Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê de 4 kes hatin kuştin.
Her wiha 51 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî daneyên France Press ku xwe dispêre daneyên Wezareta Tenduristiyê, ji dema ragihandina agirbesta di 17´ê Nîsanê de, herî kêm 40 kes hatine kuştin.
Netanyahu: Li Libnanê destkeftiyên me yên mezin hene
Li aliyekî din, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de behsa rewşa şer a li Libnanê kir û got:
"Li Libnanê destkeftiyên me yên mezin hene.
Yek ji wan pergala parastina mûşekî ye ku gefê li hemû welêt dixwe û avakirina toreke ewlehiyê ye ku rê li ber egera dagirkirina bakurê welêt digire."
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku erka wan neqediyaye û hîn 2 gefên sereke yên Hizbulahê mane ku ew jî mûşek û bombe ne û wiha anî ziman:
“Wezîrê Parastinê û fermandarê Artêşê dizanin ku em ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hewleke mezin a teknolojîk didin.
Eger em çalakiyên meydanî û teknolojîk bikin, em dikarin Hizbulahê ji çekên wê qut bikin.”
Li gorî gotina Netanyahu, ji wan mûşekên ku destpêka şer di destê Hizbulahê de bûn tenê nêzîkî ji sedî 10 mane.
Lê ew mûşek hîn jî tirsê dixin dilê şêniyên bakurê welêt.
Serokwezîrê Îsraîlê dest nîşan kir ku çareserkirina van pirsgirêkên leşkerî, dê rêya çareseriya dîplomatîk jî xweş bikin.
Hizbulah a Libnanê 2´yê Adarê êrîşî Îsraîlê kiribû.
Ev êrîş ji bo tolhildana kuştina Rêberê Îranê Elî Xamineyî bû.
Elî Xamineyî 28´ê Sibatê di êrîşeke hevpar a Îsraîl û Amerîkayê de li Tehranê hatibû kuştin.