Li Nîjeryayê 29 kes hatin kuştin

Waliyê eyaleta Adamawa ya li Nîjeryayê Ehmedo Umero ragihand ku di êrîşên komên çekdar de herî kêm 29 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ehmedo Umero serdana cihê êrîşê kir û berdevkê wî di posteke medyaya civakî de piştrast kir ku:

"di êrîşeke xwînî ya li ser civaka Gyako ya li Herêma Gombeyê de, herî kêm 29 kes hatine kuştin."

Niştecihên herêmî diyar kirin ku êrîşkaran xortên ku li qadeke fotbolê kom bûbûn, hedef girtin.

DAIŞ´ê jî berpirsiyariya vê yekê girt ser xwe.

Niştecihekî xwecihî bi navê Fîlîp Agapûs, ji France Press re got ku êrîş roja yekşemê piştî nîvro, dema ku hejmarek ji xelkê herêmê li qadeke futbolê li civaka Gyako kom bibûn, pêk hat.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye