Amerîkayê fermana derketinê da karmendên konsulxaneya xwe ya edeneyê

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ferman da karmendên konsulxaneya Edeneyê û malbatên wan da ku ji bajêr derkevin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ferman da karmendên konsulxaneya Edeneyê û malbatên wan da ku demildest ji bajar derkevin.

Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Amerîkayê de hatine belavkirin, ev biryar ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê li herêmê hatiye girtin.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, biryar ne tenê bi karmendên dîplomatîk re sînordar e.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo hemwelatiyên Amerîkayî hişyariyeke nû ya geştê belav kir û bangî wan kir ku neçin parêzgehên başûr rojhilatê Tirkiyeyê.

Her wiha ji wan hemwelatiyên Amerîkayî yên li herêmê jî hat xwestin ku "di demeke nêz de ji herêmê derkevin."

Rayedarên Amerîkayê sedemên vê biryarê wiha rêz kirin:

Zêdebûna metirsiyên ewlehiyê û nebûna aramiyê li herêmê.

 Îhtimala şerê çekdarî.

Metirsiya desteserkirina keyfî ji bo welatiyên Amerîkayî.

Ev biryara Amerîkayê piştî zêdebûna aloziya di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê ya li Rojhilata Navîn tên.

Edene ji bo Amerîkayê yek ji navendên xwedî girîngiyeke stratejîk e.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye