Rayedarên Rûsyayê da zînin ku di êrîşa dronên Ukraynayê ya li ser seyrangeha Gelendzhik a Deryaya Reş de, 6 kes hatin kuştin 3 ji wan zarok û nêzîkî 40 kesên din jî birîndar bûn.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova Ukrayna bi "terorîzmê" tawanbar kir.
Rayedarê herêma Krasnodar Veniamin Kondratyev bi rêya Telegramê got êrîş li dijî sivîlan hat kirin û wekî "trajediyek" bi nav kir.
Her wiha da zanîn ku 17 birîndar rakirin nexweşxaneyê û tîmeke bijîjkî ya pispor ji bo cihê teqînê yê li gundê geştiyarî Arkhip-Osipovka hat şandin.