Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku asta gefa herêmî hîn jî di metirsiyê de ye.
Her wiha trafîka bazirganiyê ya bi rêya Tengava Hurmizê di asteke ji ya asayî kêmtir de ye.
Di raporê de hat destnîşankirin ku şirketên barkirinê hişyar dimînin, hin ji wan derbasbûna keştiyan bi paş ve dixin, an jî dema rêwîtiyan diguherînin.
Li aliyekî din, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) duh, li ser platforma X'ê daxuyand ku ji destpêka dorpêça deryayî ya li ser berav û benderên Îranê ve, wan 35 keştiyên bazirganiyê ji rê derxistine, du keştî ji kar derxistine û du yên din jî lêkolîn kirine.