Di qada perwerde û fêrkirinê de, Sûriyê zehmetiyan dikşîne.
Gelek xwendekar hene ku ji fêrbûna bi zimanê xwe û naskirina dîrok û çanda xwe bêpar in.
Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027'an ragihand.
Li gorî biryarê, dewama îdarî 1'ê îlonê û dewama xwendekaran jî 6'ê îlona 2026'an, wê dest pê bike.
Xelkê Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi teybetî herêmên pêkhateya Kurd, azaran dikşînin.
Di 29'ê çileyê de, Hêzên Sûriya Demorkratîk QSD'ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê peymanek îmze kiribûn.
Di vê peymanê de, qada perwerde û fêrkirinê jî di nava xwe de girt.
Hemû saziyên Perwerde û Fêrkirinê û mamosteyên Rêveberiya Xweser bi saziyên Sûriyê re entegre bûn.
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê jî bawernameyên Rêveberiya Xweser bi fermî nas kirin.
Her wiha Wezareata Perwerdeyê got ku wê xwendekarên li herêmên Rêveberiya Xweser heta 2 salên din bixwînin.
Li ser vê, li dibistanên parêzgeha Hesekê û bajarê Kobanê dê minhacên Rêveberiya Xweser bên bikaranîn.
Lê herêmên dîtir ên Kurdan wekî Efrîn û Serê Kaniyê, zimanê kurdî li dibistanan nayê bikaranîn.
Xelkê Efrînê berê li Hesekê û Qamişloyê perwerdeya xwe bi zimanê Kurdî dixwendin.
Lê dema ku koçberên Efrînê vegeriyan bajarê xwe perwerdeya wan bû bi zimanê Erebî.
Wê di vê hefteyê jî beşek ji koçberên Serê Kaniyê vegerin warê xwe.
Dibe ku Kurdên Serê Kaniyê yên ku vegerin malên xwe ji perwerdeya bi zimanê Kurdî bêpar bimînin.
Li gorî peymana 29'ê çileyê, divê Kurdên ku vegeriyane Efrîn û Serê Kaniyê bi zimanê Kurdî perwerdeyê bibînin.
Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehemd Şera di biryarnameya 13'an maf da Kurdan ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin.