Li gorî Komîteya Koçberan, hejmara malbatên ku hatine tomarkirin da ku di vî karwanî de vegerin gundên xwe bi giştî gihîştiye 689 malbatin. Tîmên peywendîdar destnîşan kirin ku hemû amadekariyên veguhastina biewle ya welatiyan hatine temamkirin û ev gava nû wekî destpêka vegera girseyî ya şêniyên devera Zirgan û Til Temrê tê nirxandin ku berê ji ber şer û pevçûnan neçarî koçberiyê bibûn.
689 malbat vedegerin: Sibe karwanê koçberên Zirgan û Til Temrê bi rê dikeve
Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji Nûçe TV diyar kir ku amadekariyên ji bo vegera koçberên xeta Zirgan û Til Temrê bi dawî bûne û sibe roja sêşemê karwanê yekem ê malbatan dê ber bi cih û warên xwe ve bi keve.