Karesata balafirê li Amerîkayê: Balafira Amazonê ket, 5 kes mirin

Li bajarê Miamî yê parêzgeha Florida ya Amerîkayê, balafireke bi ser kompanyaya Amazonê ve piştî daketinê ji rêriyê derket û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Balafira barhilgir a ji cureyê Boeing 767 ku ji paytexta Porto Rîko San Juan dihat li dora saet 14:00'an li Balafirgeha Navdewletî ya Miamiyê ket.

Li gorî daxuyaniya şaredara Miamî Dade Daniela Levine Cava di karesatê de zirarên canî çêbûn û dûmaneke mezin ji balafirê radibe piştî ku li ser rêyeke derveyî balafirgehê perçiqî.

Rêveberiya Hewavanî ya Federal a Amerîkayê FAA ragihand ku lêkolîn li ser sedema qezayê hatiye destpêkirin û Wezîrê Veguhastinê Sean Duffy biryar da ku ji ber vê bûyerê hemû geştên li balafirgeha Miamiyê ji bo demekê bidin sekinandin da ku tîmên rizgarkirinê karibin mudaxaleyî cihê bûyerê bikin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye