Numan Kurtulmuş: Pêvajo li gorî plana ku hatibû danîn dimeşe

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş ragihand ku lijneya Çavdêriyê ya di bin banê Parlamentoyê de ava dibe, dê di rojên pêş de were ragihandin. Numan Kurtulmuş got ku pêvajoya çareseriyê wekî demjimêrê kar dike û tiştek dereng nemaye

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş li Enqerayê li gel Serokê Parlamentoya Nûneran a Luksembûrgê Claude Wiseler civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Numan Kurtulmuş li ser pêvajoya aştiyê daxuyaniyek da.

Kurtulmuş destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo çareserkirina yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Tirkiyê tê meşandin û wiha got:

Ji bo çareserkirina pirsgirêka herî giran a dîroka komarê, hemû partiyên siyasî yên Tirkiyê, çi desthilat û çi mixalefet hatin cem hev.

Li aliyekî pêvajoya bêçekkirin û fesixkirina rêxistinê berdewam dike, li aliyê din jî lijneya jorîn a ku ji bo şopandina bicihanîna vê pêvajoyê hatiye avakirin karê xwe dike.

Jixwe her tişt li gorî plana ku hatibû danîn dimeşe.

Numan Kurtulmuş: Em ê lijneya çavdêriyê di rojên pêş de ragihînin

Numan Kurtulmuş li ser avakirina Lijneya Çavdêriyê ya di bin banê Parlamentoyê de jî wiha domand:

"Lijneya Çavdêriyê ya ku di bin banê Parlamentoyê de ava dibe, dê di rojên pêş de were ragihandin.

Di rojên pêş de dê encameke zelal û berçav derkeve holê.

Her tişt di rêya xwe de wekî demjimêrê kar dike. Ti tişt dereng namîne."

Numan Kurtulmuş daxuyand ku pêvajo bi hêviyeke mezin û piştgiryeke xurt a gel dimeşe û daxwaz kir ku ti kes bi gotinan vê piştgiriyê pûç neke.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye