Şandeya Îmraliyê hevdîtinên xwe didomîne

Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê ji bo qanûna çarçoveyê were Meclisa Tirkiyê, lez daye hevdîtinên xwe. Şande piştî ku duh bi Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala û Serokê Koma Meclisê ya AKP'ê Abdullah Guler re civiya, îro jî bi Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî re civiya. Ji aliyekî din ve hat gotin ku wê qanûna çarçoveyî di meha tîrmehê de were Meclisa Tirkiyê û îdiayên ku wê qanûn ji bo meha cotmehê were bipaşxistin jî, hat derewandin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku 27'ê Sibata 2025'an dest pê kir, heta niha yekalî dimeşe û ketiye hefteyeke krîtîk.

Her çend têkilî di navbera AKP û DEM Partî de berdewam dikin jî, pêşnûmeya qanûna çarçove hîn negihîştiye herdu partiyan jî, di heman demê de hevdîtin bi Îmraliyê re ev 50 roje nayê kirin.

Çavê hemu civaka Kurd li benda gav avêtineke şênber ya rayedarên devleta Tirk e.

Piştî ku hevdîtina 24'ê Gulanê de bi Rêberê Damezrîner yê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatiye muzakerêkirin û şunve, hemu çav li benda yasaya çarçove ya ku divê hatiba meclisê ye.

Ji bo ku pêvajoya heyî bi şeklekî rast bidome şandeya DEM Partî ya Îmrali hewldanên hevdîtinan dikin

Şandeya Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anî

Îro Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, endamên Şanda Îmraliyê ya DEM Partî li Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyê bi Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî re civiyan.

Piştî civîna girtî, ku bi qasî 40 deqîqeyan bedewam kir, tu daxuyanî nehat dayîn.

Hevdîtina dawî ya şandeyê bi Devlet Bahçelî re di 12'ê Kanûna 2025'an de pêk hatibu.

Şandeya Îmraliyê duh şev bi berpirsên AKP'ê re civiya

Dîsa ji bo heman armancê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar duh bi şev jî bi Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala û Serokê Koma Meclîsê ya AKP'ê Abdullah Guler re jî civiyan.

Hat ragihandin ku rojeva hevdîtina şandeya Îmraliyê û endamên AKP'ê Efkan Ala û Abdullah Guler qanûna çaçoveyê bû ye.

Ajansa Mezopotamya: Wê di tîrmehê de qanûn bê meclisê

Li gor ajansa Mezopotamya ku xwe distpêre çavkaniyeke Dem Partiyê eşkere kir ku "qanûna çarçove" dê di meha Tîrmehê de pêşkêşî Parlamentoyê were kirin û pabendbûna li ser vê mijarê hatiye zelalkirin.

Disa heman çavkaniyê diyar kir ku Dem partiyê îdayên ku wê qanûna çarçoveya yasayî ji bo meha cotmehê bê taloqkirin jî derewand.

Hêjay bibîrxistinê ye ku wê di 23ê Tîrmehê de meclisa Tirkiyê bikeve betlana werza havînê, dem partî di serî de raya giştî dixwaze ev qanûn beriya meclis bikeve betlanê were derxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye