Ekrem Îmamoglu ji CHP`ê îstifa kir

Ekrem Îmamoglu bi daxuyaniyeke fermî ji endamtiya xwe ya 17 salan a Partiya Gel a Komarî (CHP) îstifa kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ekrem Îmamoglu ragihand ku ew rêyeke nû vedikin da ku bi hev re pêşerojek bihêztir, demokratîktir û hêvîdartir ji bo Tirkiyê ava bikin.

Her wiha di peyama xwe ya li ser hesabê medyaya civakî ya Ofîsa Namzetên Serokkomariyê de wiha dibêje.

"Hevwelatiyên min ên hêja, hevalên min ên hêja, ez ji endametiya xwe ya 17 salan a Partiya Gel a Komarî îstifa dikim.

Ev biryar encama baweriya min bi nirxên pêşeroja welatê me û berpirsiyariya ku ez li hember miletê me hildigrim e.

Îro, em rêyek nû vedikin da ku em bi hev re pêşerojek bihêztir, demokratîktir û hêvîdartir ji bo Tirkiyeyê ava bikin.

Ez we vedixwînim ku hûn bibin beşek ji vê rêwîtiyê, bi hev re hêviyê mezin bikin û bi hev re pêşerojê ava bikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye