Sohr: Malên Kurdên Girê Sipî tên talankirin û hilweşandin

7 salan malên Kurdan dagirkirin, xêr û bêra wan li xwe helal kirin, piştî ku derketin jî dilê wan rihet nebû, ji deriya bigre heta bi pencere û alavên elktirîkê dizîn û talan kirin. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ev nehqî li gundewarên Girê Sipî qewimî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) derbarê dizîn û talan kirina malên Kurdan yên li Girê Sipî agahî parve kir.

Çavdêriyê eşkere kir ku piştî 7 salan ji dagirkirina malên welatiyên Kurd malbatên Sûrî yên li gundê Muteklita yê li rojavayê gundewarê Girê Sipî ji gund derketin.

Lê belê, berî derketina xwe, wan kesan xanî bi temamî talan kirin û zirarên mezin gihandin milkan.

Li gorî agahiyên çavdêriyê, kesên ku ji malan derketin derî û pencere şikandin û dizîn.

Her wiha alavên elektrîkê û amûrên hundir ji dîwaran derxistin.

Ji bilî diziyê dîwarên xaniyan hilweşandin.

Ji ber hilweşînê xaniyên li vî gundî bi piranî ji bo jiyanê ne guncav in.

Li gorî çavdêriyê ev kesên ku malên Kurdan dagirkiribûn ji parêzgehên cûrbecûr ên Sûriyê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye