Cendirmeyan êrîşî welatiyên gundê Arzoxlî kirin

Xebatkarên şîrketa Turkish Steel û candirmeyên dewletê, ji bo destpêkirina projeya santrala enerjiya rojê(GES), derbasî Amedê bûn. Di navbera wan û gundiyan de rageşî derket. Di encama rageşiyê de, 4 kes birîndar bûn û 16 jî kes hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ya Tirkiyê ragihand ku Turkish Steel projeyek ji bo çêkirina santrala enerjiya rojê(GES), li Amedê pejirand.

Duh, xebatkarên şîrketê tevî cendirmeyan hatin herêmê, da ku kar bikin.

 

Welatiyên gundê Arzoxlî li dijî çêkirina (GES) bertek derxistin

 

Li beramberî vê yekê, welatiyên gundê Arzoxlî yê navçeya Sûr a Amedê, bertek nîşan dan û daxwaz kirin ku xebatkar û cendirme ji herêmê biçin

Xebatkarên şîrketê ji herêmê neçûn û di navbera wan û gundiyan de rageşî derket.

Cendirmeyan, bi guleyên plastîk, gaza îsotan, ava şid û copan êrişî gundiyan kir.

 

16 gundî hatin binçavkirin û 4 jî birîndar bûn

 

Di encama wê rêgeşiyê de, 16 gundiyên ku bi êrîşa cendirmeyan re rû bi rû man, hatin binçavkirin.

Di heman demê de, 4 kes jî, birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Fakulteyê ya Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Li gorî çavkaniyên herêmê, gundî ji vê projeyê ne razî ne.

 

Şêniyên herêmê li zozanên xwe xwedî derdikevin

 

Serokê Komîteya Yasaya Jîngeh û Bajarî ya Baroya Amedê Ahmet Înan, anî ziman ku proje hem qada zozanan û hem jî qada arkeolojîk digire nav xwe.

Gundiyan dan xuyakirin ku ev proje li cihê çandiniyê û çêrandina pezê wan wê were avakirin.

Gundiyan diyar kir ku avakirina vê projeyê wê zirareke mezin bigihîne wan.

Çavkaniyan dan xuyakirin ku eger şîrket karê xwe berdewam bike, wê nakokiyên din derkevin holê.

Projeyên GES'ê ji bo bikaribin kehrebeyê hilberînin pêwîstî bi qadeke fireh heye.

Li ser erdên berhemdar pêşxistina vê projeyê dê zirarê bigihînê gundiyan, lewre şeniyên heremê li hember projeyê derdikevin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye