Mîthat Sancar: Pêwîstiya me bi yasayên aştiyê heye

Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Mîthat Sancar li Meclisê axivî û destnîşan kir ku pêwîstiya her kesî bi qanûnên aştiyê heye û dema vê hatiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Civata Giştî ya Meclisa Tirkiyê îro budçeya ji bo Serokkomar û Wezareta Ewlekariya Civakî û Kar hate nirxandin.

Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Mîthat Sancar li kursîya parlementoyê behsa zagonên aştiyê kir.

Sancar di axaftina xwe de qala sê aliyên bingehîn ên aştiyê kir û got;

Ji bo rawestandina şer mayinde bibe, serrastkirinên qanûnî divê bêne kirin. 

Di serî de pirsgirêkên ku bûne sedema şer, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê hiqûqek bê avakirin.

Li ser bingeha demokratîkbûnê, divê aştî bi rengê civakî bi sazî bibe.”

Sancar diyar kir ku Tirkiye û herêm li ber firsendeke girîng in û got: “Pûsûlaya aştiyê divê demokrasî, azadî, wekhevî û edalet be.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye