Di xwepêşandanê de karkeran destnîşan kirin ku rewşa wan ya aborî gelekî xirabe û divê muçe di dema xwe de werin dayîn.
Di derbarê pirsgirêkê de karkerê bi navê Geylan Îsamedîn diyar kir ku ev 4 meh in wan muçeyên xwe wernegirtine û nediyare wê kengî muçeyê wan were dayîn.
Geylan Îsamedîn da zanîn ku wan îro li dadgehê gilî li ser kompanyê tomar kiriye da ku muçeyê wan dereng nekeve û pereyê ku ji muçeyê wan hatiye birîn jî li wan vegerîne.
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçeyê çareser nebûye
Cîgirê serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî, di dema propagandaya ji bo hilbijartinê de, behsa pirsgirêka mûçeya karmendên Başûrê Kurdistanê kir.
Qubad Talebanî got ku pirsgirêka mûçe nehatiye çareserkirin, ya heyî tenê pîneyeke û dawiya salê jî, wê heman pirsgirêk carek din rû bide.