Sîpan Hemo: Eger sîstema Sûriyê demokratîk bibe em ê wê biparêzin

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo diyar kir ku diyarkirina demekê, ji bo tevlibûna Artêşê şaşe, ji ber ku ev yek girêdayî desthilata nû ya Sûriyê û dewleta demokratîk e.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî ketine rêjîma Baas, di 10'ê Adarê de, peymanek di navbera Hikûmeta Veguhêz bi seroketiya Ehmed El-Şeri û Hêzên Sûriya Demoqratîk bi seroketiya Mazlûm Ebdû de, hat îmzekirin. 

Sîpan Hemo: Ji bilî peymana 10’ê Adarê me ti peymanên din îmze nekirine

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Sîpan Hemo ji Al-Monitorê re mijara Entegrasyona QSD'ê ya bi hikûmeta Sûriyê re, îdiayên derengxistina pêvajoyê, rexne û nêzîkayên xwe ji bo peymaneke muhtemel nirxand.

Sîpan Hemo, diyar kir ku heya niha ji bilî peymana 10'ê Adarê, wan ti peymanên din, îmze nekirine û îdîaên derengxistina pêvajoyê ji hêla wan de, red kirin.

“QSD’ê tevlîbûnê wek parastina nasname, hebûn, reng û îradeyê dibîne”

Hemo da xuyakirin ku di navbera wan û Hikûmeta Veguhêz de, nêrînên cuda hene.

Hikûmet bi vê tevlibûnê, dixwaze nasnemeyên pêkhateyan tinebike û QSD'ê tevlibûnê, wek parastina nasname, hebûn, reng û îradeyê dibîne.

Hemo: Em dixwazin beşdarî birêveberina welêt bibin

Fermandarê QSD’ê, anî ziman ku ew pabendbûna xwe ya tevahî bi rêkeftina 10'ê Adarê re ji nû ve piştrast dikin û wiha doman: "Em bi rastî dixwazin ber bi entegresyonê di nav Sûriyê de biçin, berpirsiyariyên xwe bigirin ser xwe û beşdarî birêvebirina welêt bibin."

Ev ji bo me hilbijartinek stratejîk e û ew armanca me ya sereke ye."

 

Fermandarê QSD’ê: Avakirina hikûmeta demkî beyî şêwirîna QSD’ê rexne kir

Hemo, Avakirina Hikûmeta demkî bêyî şêwirîna QSD'ê, nivîsandina destûr bêyî beşdariya wan û liderxistina hilbijartinên parlemanî yên dişibiyan tayînkirinê rexne kir.

Di mijara tevlibûna Artêşa Sûriyê de jî, Sîpan Hemo eşkere kir ku di civîna dawî de, wan behsa avakirina 3 lîwayên ji QSD'ê kirin, lê ew gotin hemû devkî bûn û tiştek bi awayê fermî nehatiye îmzekirin.

“Diyarkirina demekê ji bo tevlîbûna artêşê şaş e”

Sîpan Hemo tekez kir ku  diyarkirina demekê, ji bo tevlibûna Artêşê şaşe, ji ber ku ev yek girêdayî desthilata nû ya Sûriyê û dewleta demokratîk e.

Sîpan Hemo: QSD’ê ji hêla leşkerî ve amade ye

Hemo destnîşan kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji hêla leşkerî ve, amade ye, QSD’ê, xwedî ezmûneke dirêj di şer de ye û pir baş dizane kengî û çawa şer dest pê bikin.

Hemo: Em tekezî li ser vebijêrka diyalogê dikin

Di dawiyê de, Sîpan Hemo got: "Tevî hemû zehmetiyan, bi armanca gihîştina rêkeftinekê ku mafên hemû Sûriyan, tevî Durzî, Elewî, Xiristiyan, Tirkmen û Kurdan, garantî bike, em tekezî li ser vebijarka diyalogê dikin. Eger me dît ku Hikûmeta Veguhêz dixwaze Sûriye dibe dewleteke demokratîk, em bi awayekî otomatîk tevlî pêvajoyê bibin û wê biparêzin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye