Rêberê PKK`ê: Yekîtiya demokratîk wê pirsgirêka Kurd çareser bike

Rêberê Damezrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan peyamek şand civîna Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û got: “Perçebûna Kurdistanê rastiyek dîrokê îfade dike. Çareseriya pirsgirêka Kurd û yekîtiya demokratîk ger aştî û azadiya hemû gelên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê bigire nav xwe dê watedar bibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Em ê bi ruhê yekîtiyê bi ser bikevin” Civîna xwe ya Giştî ya Asayî ya 2`yemîn li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Di civînê de peyama Rêberê Damezrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan hat xwendin.

Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan da zanîn ku yekîtiya demokratîk a neteweyî têgihiştinek li ser bingeha îradeya civakan a dildarî pir rengiyê esas digire ye.

Di peyamê de ev xal hatin destnîşankirin: “Ev yekîtî ne pêkhateyên yekperest û navendî yên netew dewletê, rêxistinbûnek civakî ya tevlibûna demokratîk a xwecihîbûnê esas digire ye. Hêza xwe ne ji desthilatdariyê, ji civakîbûnê digire.”

Abdullah Ocalan da xuyakirin ku perçebûna Kurdistanê rastiyek dîrokê îfade dike û wiha got: “Divê cihêwaziya her perçeyekê li ber çavan bê girtin û li gorî wê rêyên çareseriyê bên peydakirin. Pêwîst e yekîtiya di navbera perçeyan de jî ne li gorî feraseta desthilatê, li gorî hişmendiya neteweya demokratîk bê avakirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û yekîtiya demokratîk ger aştî û azadiya hemû gelên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê bigire nav xwe dê watedar bibe.”

Ocalan diyar kir ku yekîtiyek mayînde bi îradeya jiyana hevpar, wekhevî û hevnaskirina dualî pêkan e û wiha domand: “Ji bo vê yekê ez bi taybetî dixwazin binê yekîtiyek demokratîk destnîşan bikim. Bêguman dema ev xebat tên meşandin rêxistinbûna civaka demokratîk û siyaseta demokratîk rê û rêbaza esasî ye.”

Rêberê PKK`ê anî ziman ku kongre dê bibe gavek armanca û rêgezên yekîtiya demokratîk bi hêz bike.

Abdullah Ocalan di dawiya peyamê de baweriya xwe ya ji bo serkeftina kongreyê û silavên xwe ji pêkhatiye kongreyê re şand.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye