Hikûmeta Veguhêz li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê malên şêniyan talan dikin

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê malên şêniyan talan dikin û şêniyan înfaz dikin, her wiha ala dewleta Tirk li qeredorekê hatiye daliqandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çekdarên Hikûmeta Veguhêz yên ku dewleta Tirk wan perwerde dike û piştre êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û koçberkirina niştecihên wan, malên şêniyan talan dikin.

Li gorî ajansa ANHA, çekdar şêniyan li qadan înfaz dikin û diyar kir ku yek ji wan ciwanekî bi navê Basil bûye.

Hate zanîn ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li ser nuqteya berê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kolana Selahedîn û hejmarek saziyan alên Tirkiyê daliqandina.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihandibû ku 298 jê zarok, zêdetirî hezar û 229 kes ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê koçber bûne.

Ofîsa Kar û Barên Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku ji ber êrîşên çekdarên Hikûmeta Veguhêz  yên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nêzîkî 120 hezar kes koçber bûne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî diyar kir ku hejmara kesên ji ber êrîşan winda bûne ji 500’î derbas bûye. Rêxistinê hişyarî da ku xetereyên mezin li ser jiyana sivîlan û aqûbeta windayan hene.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye