Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewiyên Demokratîk (DAKB) bi gotina “Colanî sûcdarê şer e" bertek nîşanî hatina Ehmed Şera ya Berlînê dan. FEDA û DAKB’ê li ser nûçeya ku serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera (Colanî) wê hefteya bê serdana Berlînê bike daxuyanî dan û gotin, “Sûcdarekî şer ê berpirsiyarê gelek komkujiyan û sûcên qirkirinê yên etnîkî û olî yên Sûriyê li Elmanyayê wekî 'serokê dewletê' tê naskirin skandaleke ku nayê qebûlkirine.”
FEDA û DAKB'ê diyar kirin ku serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û yek ji sûcdarên sûcên li dijî mirovahiyê Colanî "nabe ku îro bibe 'mêvanekî dewletê' û muxatabekî siyasî” û bi gotina, "Hevdîtina bi sûcdarên şer re hevkariya sûc e" bertek nîşan dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ger Elmanya bi rastî dixwaze koçberiyê rawestîne û misoger bike; ne bi kesên ku şer bi rêxistin dikin re, divê kesên ku şer dijîn re biaxive. Ewlehî bêyî edaletê nayê avakirin. Edalet bi bazariya bi sûcdaran re nayê misogerkirin.”
Di daxuyaniyê de ev bang ji bo Elmanya hat kirin:
“Colanî sûcdarekî şer e; divê were girtin û darizandin. Daxwaza edaletê ya Elewî, Kurd û gelê Sûriyeyê nayê paşguhkirin. Divê Elmanya nebe şirîkê sûcên qirkirinê yên li dijî Elewî, Kurd û Durziyan. Divê Elmanya demildest serdana Colanî betal bike;Divê bi gel, jin û kêmneteweyên ku li Sûriyeyê aştiyê dixwazin re di nava hevgirtinê de be.”