Dewleta Îranê piştî şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi ser wê de hatî, heya niha bi bihaneyên cuda welatiyên xwe digire û darve dike.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku sê girtiyên Kurd ên ku li girtîgeha Bokanê ya li Rojhilatê Kurdistanê hatine ragirtin, ji aliyê Dewleta Îranê ve bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin.
Li gorî rêxistina mafên mirovan, cezayê darvekirinê li Raûf Şêx Ehmedî, Mihemed Faracî û Mûhsîn Îslamgah hate birîn.
Dadgehê bi sûcdariya “Dijminatiya li Xwedê” (muharebeh) û “Xerabkariya li ser rûyê erdê” (efsad-fil-arz) cezayê darvekirinê li wan birî.
Parêzvanên mafên mirovan dibêjin, her sê girtî bi êşkence û zorê îfadeya wan hatiye girtin.
"Duh rejîma Îranê du girtiyên siyasî bi darve kirin"
Di heman demê de, Kampanyaya ‘Sêşema Na ji darvekirinan re’ ku li dijî cezayên darvekirinê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kar dike, di hefteya xwe ya 117’an de daxuyaniyek belav kir.
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji darvekirinan re’ di daxuyaniya xwe de ev tişt got:
"Duh rejîma mirovkuj a Îranê du girtiyên siyasî yên bi navên Hemed Welîdî û Mihemed Mesûm Şahî darve kirin.
Rejîm girtî û binçavkiriyan bi bihaneyên ‘sîxurî’ û ‘peywendiya bi Îsraîlê re’ tawanbar dike.
Rejîma xwînrij hîna cenazeyê yek şehîdî, ji yên ku hatine darvekirin radestî malbatên wan nekiriye.
Hejmareke zêde ya xwepêşanderan di hucreyên yekkesî de ne.
Piraniya wan ciwan in û jiyana wan di bin metirsiyeke mezin de ye.
Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî dikin, ku ji bo rizgarkirina jiyana girtiyên siyasî yên di bin cezayê darvekirinê de ne, zextên cidî û pratîkî li ser Hikûmeta Îranê bikin."
Xwepêşander Emîr Elî Mîrceferî hat darvekirin
Li aliyekî din, Ajansa Mîzanê da zanîn ku dezgeha medyayê ya dadweriya Dewleta Îranê, ragihandiye ku cezayê darvekirinê yê Emîr Elî Mîrceferî, ku xwepêşanderekî girtî yê Şoreşa Neteweyî ya Îranê bû, hate bicihanîn.
Dadweriyê sûcên li dijî xwepêşanderan bi tawanên wekî "şewitandina Mizgefta Mezin a Qolhakê" û "serkêşiya xwepêşandanan" ragihand.
Li aliyekî din, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku piştî şerê DYA-Îsraîlê yê li ser Îranê, herî kêm 3 hezar û 646 kes hatine girtin.
Hat ragihandin ku beşeke zêde ji van girtinan piştî agirbestê pêk hatiye.