Li Dêrazorê di êrîşekê de endamekî hêzên ewlekariyê şehîd bû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî wê di êrişeke çekdarî ya komeke "terorîst" de şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniyê êrîş  îro di seat 10`an de  li ser rêya lez a bajarokê Mihêmêdiyê yê Dêrazorê, dema ku endamê wan vedigeriya mala xwe hate gulebarankirin û şehîd bû.

Femandariyê da zanîn ku Hêzên wan ji bo gihştina sûcdaran û cezakirina wan dest bi lêpirsîn û lêkolînkirina delîlan di derbarê vê êrîşê de kirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku ew  di parestina ewlehî û welatiyan de berdewamin û bang li welatiyan kir ku hişyar bin û di der barê aşkerakirina sûcdaran de, hevkariyê bi saziyên ewlehiyê re bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye