Serokê Giştî yê CHP'yê Ozgur Ozel di kongreya partiya xwe de li ser rexneyên ku ji aliyê DEM Partiyê ve ji ber endam nedabûn Heyeta Îmraliyê li wan hatibû girtin, gotinên wekî “Sendroma Stockholmê” û “evîndariya celadê xwe” bi kar anî.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li bajarê Çanakkaleyê beşdarî civîneke bûbû bersiveke tund da Ozgur Ozel.
"Têkçûna aqil e "
Hatîmogullariyê şibandinên Ozel yên ku ji bo DEM Partiyê hatibûn kirin wekî “têkçûna aqil” bi nav kirin û domand:
“Bikaranîna metafora 'evîndariya celadê xwe' yan jî 'Sendroma Stockholmê' ji bo me, herî kêm têkçûna aqil e.
Em wekî DEM Partî nûnerên kevneşopiyeke şoreşger, sosyalîst û welatparêz in ku di dirêjahiya dîrokê de tevî hemû zextan bêyî ku bêzar bibin û bitirsin li ber xwe didin. Em celadan jî gelekî baş nas dikin.”