DEM Partî: Sersala nû pîroz kir

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan di peyama sersalê de hêviya aştî, xwişk û biratiyê kirin û gotin: "Aştiya rasteqîn li welatekî ku em hemû lê azad û wekhev in, pêkan e." Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel jî ji bo sersalê peyam parve kirin. Di peyaman de her du sîyasetmedaran jî bal kişandin ser pêvajoyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Siyasetmadarên Kurd û Tirk, peyamên xwe yên ji bo sersalê parve kirin. Di peyaman de tiştên derketiye pêş girêdayî pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' e.

Peyama Hevserokên DEM Partiyê ya ji bo sersalê bi vî rengî ye:

"Em dixwazin ku sala bê hem li Tirkiyê û hem jî li Rojhilata Navîn hemû mirov bi aramî û ewlehî bijîn.

Ev tenê daxwazek nîn e; di heman demê de ev soza xebata me ya pêkanîna vê yekê ye.

Bila ev sala nû ji bo me hemûyan bibe sala aştiyê, demokrasiyê û wekheviyê.

Hêviya me mezin e û em bibiryar in. Em bi dil û can sala nû ya hemû gelên xwe pîroz dikin. Rojên xweş nêzîk in, em ê bi hev re wan rojan ava bikin."

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan: Pêvajo dê pêşiya serdemeke nû veke

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan peyameke bi dîmen ji bo sersalê weşand.

Erdogan di der barê pêvajoya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin de peyam da û wiha got:

"Me asteke girîng derbas kir. Wekî Tifaqa Gel, em di vê pêvajoyê de li ser çareseriyê sekinîn. Me hemû hêza xwe xistiye nav wê. Pêvajo dê serdemeke nû veke.

Daxwaza me ew e ku komîsyon bi ruhê lihevkirinê tevbigere. Ew nikare ji bo hesabên xweperest were qurbanîkirin."

Serokê CHP'ê Ozgur Ozel: Em ê aştî, biratî, aramî û xweşiyê bînin vî welatî

Serokê CHP'ê Ozgur Ozel di peyama xwe ya sersalê de ev tiştan parve kirin:

"Rûpelên salnameya 2026'an dê li Tirkiyê ji bo guhertinên mezin bizivirin.

Em ê malê welatê xwe yê ku ji her alî ve hilweşiyaye, dîsa bi hev re ava bikin.

Em ê aştî, biratî, aramî û xweşiyê bînin vî welatî."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye