Ji ber barana zêde rêya Qamişlo-Tirbespiyê hilweşiya

Rêveberiya Trafîkê ya Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistabnê, da zanîn ku ji ber barana xurt a ku di rojên dawî de li herêmê bariya, beşek ji pira li ser rêya sereke ya Qamişlo û Tirbespiyê hilweşiyaye, ji lewre divê ajokar wê rêyê bi kar neynin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Di van çend rojên dewî de ji ber barana zêde, gelek mal di bin avê de mane, her wiha rê jî ji xizmetê derketine.

 

Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê derbarê hilweşîna beşên ji rêyan hişyarî da.

 

Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê ji ber hilweşîna beşek ji pira li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê ya ji ber baran zêde agahdariyek da ajokaran û got:

 

 "Ji ber barana xurt a ku di rojên dawî de li herêmê bariyaye, beşek ji pira li ser rêya sereke ya ku bajarên Qamişlo û Tirbespiyê bi hev ve girê dide, li nêzîkî gundê Dugirê, hilweşiyaye û ji bo trafîkê xeteriyek çêkiriye. "

 

Rêveberiyê, da zanîn ku dewriyeyên wan  dest bi danîna nîşanên hişyariyê li cihê bûyerê û birêvebirina trafîkê kirine da ku ewlehiya welatiyan misoger bikin û pêşî li qezayan bigirin.

 

Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê ji hemû ajokaran xwest ku baldar bin û heya ku xebata tamîr û lênêrînê biqede, bi awayekî demkî ji bikaranîna vê rêyê dûr bisekinin û wiha domand:

 

"Ji ajokaran tê xwestin ku ji bo ewlehiya giştî hemû talîmat û rêbernameyên ku ji hêla Rêveberiya Trafîkê ve hatine dayîn bişopînin û li gorî wê tev bigerin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye