Eva peyama xwe ya piştgiriyê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re şand.
Di peyamê de diyar kir ku ev demeke li cîhanê demokrasî û aştî paş ketiye, hewldanên wiha xwedî girîngiya jiyanî ne.
Eva Kittay di peyama xwe banga Rêber Apo weke hurmeta li hemberî rûmeta mirov û îfadeya azadiya çandî ya gelê Kurd pênase kir.
Eva di peyamê de destnîşan kir ku banga Rêber Apo armanca wê xurtkirina hêviya aştî û demokrasiyê li cîhanê ye ji ber vê got ku: "Ez jî bi temamî piştgirî didim vê seknê."
Eva Feder Kittay ku femînîstek etîk e û li qadên teoriya edaletê û felsefeya astengdariyê yek ji kesên pêşeng e.