Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, têkildarî daxuyaniya di 26’ê Cotmehê de û li ser rewşa dawî ya pêvajo pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bersivand.
Hevseroka KCK’ê Bayik, daxuyaniya 26’ê Cotmehê dinirxîne û dibêje:
``Biryardariya Tevgera me di lêgerîna aştî û civakek demokratîk de nîşan dide.
Tevî me van gavên girîng avêtin jî, hikûmeta AKP-MHP’ê, ji bilî hin hevdîtinên sînorkirî bi Rêber Apo re, ti gavek din neavêtiye.
Tevî xebata berfireh a komîsyona meclîsê, ne bi Rêber Apo re civiya ye û ne jî rêziknameyên siyasî û qanûnî bicîh aniye da ku azadiya tevlîbûna siyaseta demokratîk misoger bike.
Neavêtina gavên ji bo pêşvebirina demokratîkbûnê, tevî hêviyên raya giştî, fikaran derxistiye holê ka çima pêvajo pêş nakeve.
Bi kurtasî, divê dewlet demildest qanûnên ji bo azadî û entegrasyona demokratîk derxîne.``
Cemîl Bayik, da diyakirin ku banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, encama lêgerîna bi dehan salan a ku xwe dispêre çareseriya demokratîk û got:
"Tişta nû ya vê bangê mijara xwefesixkirina PKK’ê ye.
Niha, helwest û biryarek ku wê têkoşîna çekdarî bi tevahî ji holê rake di rojevê de ye. Helwest û biryara siyasî û hiqûqî daniye holê.
Bi rastî jî ji banga 27’ê Sibata 2025’an vir ve helwest û pratîka me di vê çarçoveyê de ye."
Cemîl Bayik tekîldarî bendewariyên ji dewletên jî ev destnîşankirin û got:
"Gel û dostên me rastiya heyî bi vî rengî îfade dikin. Dixwazin dewlet gav bavêje.
Nêrîna me jî wisa ye. Ji bo pêvajoya aştiyê hebûna xwe bidomîne, em dikarin di hin mijaran de baldar bin.
Me erkê xwe kir û bi gavên ku me avêtin îradeya xwe nîşan da; niha dora dewletê ye - gelê me, dostên me û hêzên demokrasiyê li benda gavên dewletê ne.``