Li ser rêya Efrîn û Helebê welatiyekî kurd hate revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê welatiyekî Kurd dema ku ji Efrînê ber bi Helebê ve diçû, revand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyê eşkere kir ku di 16`ê nîsanê de endamên hêzên Ewlekariya Giştî yên bajarê Ezazê welatiyê Kurd bi navê Ridwan Bekir ku 55 salî ye, revand.

Rêxistinê diyar kir ku Ridwan Bekir dema ku ji Efrînê ber bi Helebê ve diçû, hate revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku Ridwan Bekir ji gundê Qota yê navçeya Bilbilê yê Efrînê ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyê got ku Ridwan Bekir hîna girtî ye û sedemên qanûnî yên girtina wî nehatine eşkerekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye