DYA’yê pabendbûna xwe ya ji bo bidawîanîna pevçûna li Sûdanê ragihand

Piştî sê salan ji destpêkirina şerê li Sûdanê, DYA’yê pabendbûna xwe ya ji bo bidawîanîna pevçûna li Sûdanê ji nû ve piştrast kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di heman demê de Amerîkayê cezayên nû li ser pênc kes û saziyên ku destê wan di leşkerkirin û şandina leşkerên Kolombiyayî de ji bo şerkirina di nava refên Hêzên Piştgiriya Lezgîn de heye, ferz kirin.

OFAC: Şerê li Sûdanê berfirehbûna komên terorîst afirand 

Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî (OFAC) a Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê ragihand ku ev şebeke beşdarî gurkirina pevçûnê bûye ku bû sedema yek ji krîzên mirovî û birçîbûnên herî xirab ên cîhanê.

OFAC’ê zêde kir ku şerê li Sûdanê bêîstîqrarî li herêmê çêkir, şert û mercên ji bo berfirehbûna komên terorîst afirand. Aştî û ewlehiya herêmî û navneteweyî, di nav de ewlehî û berjewendiyên Amerîkayê, tehdît kir.

Scott Bisent: Divê hêzên çekdar ên li Sûdanê pabendî agirbestê bibin

Di heman demê de Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bisent got:

"Nayê qebûlkirin ku serokên Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji bo çareserkirina birçîbûna wêranker a ji ber şerê navxweyî yê li Sûdanê çêbûye, pabendî agirbesteke mirovî nebin.

Divê ew ji bo bidawîkirina vê krîza mirovî yekser tevbigerin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye