Îro di setên sibehê de, Supaya Pasdarên Îslamî yên Îranê, ragihand ku ew ê careke din kontrola Tengava Hurmizê ji ber "binpêkirina peymanê" ya Amerîkayê di berdewamiya dorpêçkirina benderan de, tundtir bikin.
Berdevkê baregeha Xatem-El-Enbiya ya Supaya Pasdaran,wiha got:
"Komara Îslamî ya Îranê, berê bi niyeta baş destûr dabû hejmareke sînorkirî ya tankerên petrolê û keştiyên bazirganiyê ku ji Tengava Hurmizê derbas bibin."
Xatem-El-Enbiya, tekez kir ku Tengava Hurmizê wê girtî bimîne yan jî di bin kontroleke tund de be.
Derbasbûna keştiyên bazirganîyê ji aliyê Îranê ve hatine qedexekirin
Li gorî agahyên ku hatine belavkirin, çavkaniyên keştîvaniyê gotin ku keştîyên bazirganîyê hewl dane ku ji Tengava Hurmizê derbas bibin.
Lê nekarîne derbas bibin, ji ber ku wan peyamên radyoyê ji hêzên deryayî yên Îranê wergirtine ku derbasbûna wan qedexe kiriye.
Ajansa Reutersê jî belav kir ku 3 çavkaniyên di sektorên ewlehiya deryayî û keştîvaniyê de ji wê re, ragihandine ku herî kêm 2 keştîyên bazirganî dema xwestin ji Tengava Hurmiz derbas bibin, rastî gulebaranê hatine.
Tankereke petrolê ya Hindistanê li Tengava Hurmizê rastî êrîşan hat
Heman çavkaniyê da zanîn ku çavkaniyekê ji hikûmeta Hindistanê gotiye ku keştiyeke petrolê ya bi ala Hindistanê ku barhilgireke petrola xav hildigirt, dema ku hewl dida ji Tengava Hurmizê derbas bibe, rastî êrîşê hat.
Hate eşkere kirin ku navê vê keştiya ku Sanmar Herald e, keştî û ekîba xwe silametin.
Di heman çarçoveyê de jî, Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Keyaniya Yekbûyî (UKMTO) bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku tankereke bazirganîyê ji aliyê hêzên Îranê yên deryayî ve, rastî êrîşan hatiye.
Her wiha li ser vê yekê, New Delhiyê gazî balyozê Îranê li Hindistanê, kiriye.
Ev yek jî, di demeke kurt de piştî ragihandina Îranê ji tundkirina kontrola li ser Tengava Hurmizê hat.
Îran: Keştiyên ku dixwazin tengavê derbas bikin divê destûr bigrin
Ji aliyê din ve, Îbrahîm Ezîzî, serokê Komîteya Ewlekariya Neteweyî li parlementoya Îranê, got ku keştiyên ku dixwazin di Tengava Hurmizê re, derbas bibin, divê destpêkê destûrên deryayî yên Îranê bigirin û pereyan bidin.
Beriya niha bi çend seatan Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku Tengava Hurmizê bi temamî hatiye vekirin.
Agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de, piştî 40 rojî ji şerê berdewam, di 8`ê Nîsanê de, hate ragihandin.