Di dosyaya Gulistan Doku de 9 kes hatine girtin

Dosyaya Gulistan Doku berfireh dibe û hêdî hêdî kujer eşkere dibin, di çarçoveya lêpirsînê de 9 kes hatine girtin. Her wiha hevdîtina bi dîmen ku gumanbarê cînayeta Gulistan Doku, Ûmût Altaş bi birayê xwe Sîdar Altaş re kir, teslîmî dozgeriyê hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Lêpirsîna derbarê Gulistan Doku de, bi lêpirsîna kesên girtî berdewam dike.

Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de, parêzerê malbatê Alî Çîmen ji bo hin kesên din jî bixe lêpirsînê, serî li dozgeriyê da û daxwaznameyek da Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê.

Parêzer Çîmen di daxwaznameyê de diyar kir ku gumanbarê firar Ûmût Altaş, bi rizaya xwe hevdîtineke bidîmen bi birayê xwe Sîdar Altaş re kiriye û di hevdîtinê de hin îdiayên têkildarî dosyeyê ketine rojevê.

Di daxwaznameyê de hat xwestin ku Ecrîm Çelebî daxilî lêpirsînê bê kirin û Ûgûrcan Açikgoz dîsa bê binçavkirin û têkildarî parêzvan û malê de îfadeya wî bê girtin.

Her wiha hat xwestin ku parêzvanekî nasnameya wî nehatiye diyarkirin jî daxilî lêpirsînê bê kirin.

Dîmenek ku tê de gumnabarê cînayetê, eşkere dibin ji dozgeriyê re hatiye şandin

Hat zanîn ku dîmenek ku gumnabarê cînayetê Ûmût Altaş bi birayê xwe Sîdar Altaş re kiriye û tê de behsa cînayetê tê kirin, ji dozgeriyê re hatiye şandin.

Di videoya 40 deqeyî de, Sîdar Altaş dibêje ku birayê wî Ûmût Altaş derbarê bûyerê de hin agahî daye wî ku Gulistan Doku ji aliyê Mustafa Turkay Sonel ve bi çekê hatiye kuştin û bûyer di malekê de pêk hatiye.

Di vîdeoyaya hevdîtinê de îdiaya ku Mustafa Turkay Sonel tecawizî Gulistan Doku, kiriye û Gulistan Doku ducanî bûye û cînayet ji ber vê hatiye kirin, heye.

Di vîdeoyê de Sîdar Altaş li xwe mikûr hatiye û qala hûrgiliyên cînayetê kiriye.

Di çarçoveya lêpirsîna parêzvanê waliyê wê demê yê Dêrsimê Tûncay Sonel, Şukru Eroglû jî hat girtin.

Şukru Eroglû ku piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Cezayê ya Sulhê hat kirin, bi sûcê “kuştina bi qesdî” hat girtin.

Bi vî awayî hejmara kesên ku di çarçoveya dosyeyê de hatin girtin, gihişt 9an.

Her wiha îfadeya wergirtina kurê Tûncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel ê di bin çavan de ye jî didome.

Tûncay Sonel, bi nasnameyeke sexte hatiye Xarpêtê

Di lêpirsîna Gulistan Doku de derket holê ku gumanbarê sereke waliyê berê yê Dêrsimê Tûncay Sonel e, bi nasnameyeke sexte hatiye Xarpêtê.

Sonel weke gumanbarê sereke yê dozê ye.

Agahiyeke din a girîng derbarê lêpirsîna Gulistan Doku de ku demek dirêj e di rojeva raya giştî de ye, derket holê.

Li gorî agahiyan, Tûncay Sonel ku fermana binçavkirinê ji bo wî hatibû dayîn, bi nasnameyeke sexte hatiye Otêla Sheraton a li Xarpêtê. Piştî ku cihê wî eşkere bû, Tûncay Sonel ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Parêzerê doza Gulistan Doku, Alî Çîmen li ser hesabê xwe yê Xê ev agahî belav kir: “Tûncay Sonel, serokê rêxistineke sûc e, li cihê ku lê dima bi nasnameyeke sexte hat girtin. 

Şaxê sîber a vê rêxistina sûc jî di dosyeya dozê de hatiye belgekirin. Mayîna li otêlekê bêyî ku bi navê xwe qeyd bê kirin, sextekarî ye.”

Tûncay Sonel ê gumanbar ku hatibû binçavkirin, ji bo îfadeya wî bê wergirtin ew birin Erziromê.

Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de gumanbar Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Ferhat Guven, Cemîle Yucer, Engîn Yucer û Zainal Abakarov bi daxwaza girtinê û Ûgûrcan Açikgoz jî bi daxwaza kontrola edlî ya qedexeya derketina derveyî welat sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgehê derbarê Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Ferhat Guven, Cemîle Yucer, Engîn Yucer û Zainal Abakarov de biryara girtinê da.

Li edliyeyê kar û barên îfadeyê yên gumanbarên din didome.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye