Agirbesta nazik a li Libinanê derbasî roja xwe ya duyemîn bû.
Di roja duyemîn de û di nava agirbestê de, hêzên Îsraîlê tevgera xwe ya leşkerî berdewam dikin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan "Xêza zer" wekî xêzeke dabeşkirinê li başûrê Libnanê danîye û wiha eşkere kir:
“Terorîstên ku nêzîkî hêzan bibin an jî Xeta Zer derbas bikin dê werin tunekirin.
Wê destûr bê dayîn ku artêşa Îsraîlê ya li deverên Xeta Zer wêrankirina cihên terorîstan û binesaziya wan bidomîne.”
Li gorî artêşê ev "xeta zer" a hatiye avakirin, mîna xeta li Xezeyê ku hêzên wan ji deverên di bin kontrola Hemasê de vediqetîne.
Her wiha artêşa Îsraîlê idîa kir ku ji ber çekdarên Hizbullahê agirbest bin pê kirine, ew neçar man ku li dijî metirsiyan tevbigerin û wiha hate gotin:
“Me roja înê li başûrê Libnanê, li dijî endamên Hizbullahê yên ku "têkiliyên agirbestê bin pê kirine" êrîş pêk anîn”.
Xeta zer li başûrê Libnanê xeta bicihbûna artêşê nîşan dide, ev yek jî, di dema agrbestê de pêk tê.