Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê şevê din jî agirbesta li Siweydayê binpê kir û gundên Erîqa û El Xersa yên rojavayê Siwêdayê topbaran kirin.
Topbaran ji gundê Dama ya li Bakur-Rojavayê Siweyda li dijî malên sivîlan pêk hat.
Hêzên Hikûmeta Veguhêz di êrişê de çekên giran bikar anîn. Li gorî agahiyên ji wê derê hatine ragihandin, di vê êrîşê de tu zirarên canî çênebûne.
Ji ber topbaranên li ser gundên Erîqa û El Xersa tundî û bê aramiya li herêmê zêdetir bûye.
Çekdaran li gundê Resas a başûrê Siweyda bi fûzayekê germahiyê kamyonek zebzeyan gulebaran kir. Di encamê de sivîl birîndar bûn.
Di êrişeke din de li gundê Xerba ya di navbera sînorê parêzgehên Dera û Siweyda de ajokarê kamyoneke barhilgir ê ji Şamê ji aliyê çekdaran ve hate kuştin.
Binpêkirin û êrişên bê ser û ber metirsiya têkçûna ewlehiyê li Siweyda û derdora wê zêdetir dike. Ev bê aramî ewlehiya sivîlan dixe xeteriyê. Ji bo parastina sivîlan tu garantî di herêmê de nemaye.
'Dema ku sivîl vedigeriyan Siweydayê 12 kes hatin revandin'
Herî dawiyê jî Siweyda 24 ragihand ku hejmara sivîlên ku roja Yekşemê li parêzgeha Derayê dema ku vedigeriyan Siweydayê, hatin revandin gihîştiye 12 kesan nîvê wan jin û zarok in.
Sê zarokên bi navê Kerîm Nasr, Jana Nasr û Yara Arar û pênc jênên bi navên Sewsan Nasr, Heya Nasr, Cîhan Nasr, Rehaf Nasr û Waad Noufal hatine revandin
Dîsa şofêrê otobîsê Şadî Ebû Dehn jî di nav de zilamên bi navên Alaa Arar, El-Hesen Xşek, Îmran Saab hatine revandin.
Hate ragihandin ku ev kesên navborî ji aliyê Hêzên Hikûmeta Şamê ve hatine revandin.