Li Sûdanê şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de berdewam dike, ji ber vî şerî jî her ku diçe krîza mirovî û pêlên koçberiyê girantir dibe.
Îro fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfettah Burhan di gotarekê de piştrast kir ku hêzên çekdar şer didomînin û got: "Şerê niha şerê gelê Sûdanê ye û em ê di vî şerî de berdewam bikin."
Her wiha Ebdulfettah Burhan diyar kir ku artêş ji bo ewlekirina dewleta Sûdanê ti gavan bi paş ve neavêje û wiha lê zêde kir: "Hêzên çekdar wê tola miriyên li El Faşer, El Geneina û El Gezîra hilînin."
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Rewşa 14 milyon zarokên Sûdanê xirabe
Ev daxuyanî di demekê de tê ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî da ku Sûdan îro bi mezintirîn krîza mirovî ya cîhanê re rû bi rû ye.
Rêxistinê da zanîn ku zêdetirî 14 milyon zarokên Sûdanî ji bo debara jiyana xwe pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî destnîşan kir ku bi 10 hezaran sivîl hatine kuştin û zêdetirî 12 mîlyon kes ji cih û warê xwe koçber bûne.
Li Sûdanê rewşa mirovî:
Sivîl hatin kuştin: 10. 000
Koçber: 12.000.000
Zarokên di rewşa xirab dene: 14.000.000
Di sala 2013´an de şerekî navxweyî dest pê kir ku di nav pênc salan de nêzîkî 400 hezar kes hatin kuştin.
Di şerê 2013'an de kuştî: 400.000
Di sala 2018´an de, aliyên şer gihaştin rêkeftineke aştiyê ku di nav de parvekirina desthilatdariyê bû, lê belê rewş di demên dawî de aloz bûye.
Ji 15`ê Nîsana 2023`an ve şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de berdewam dike.
Şerê Sûdanê di 2013´an dest pê kir.
Di sala 2018´an de, aliyên şer gihaştin rêkeftineke aştiyê.
Di sala 2023`an de dîsa şer dest pê kir.