Êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê berdewam dike.
Çavkaniyên nexweşxaneyên Xezeyê ragihandin ku ji serê sibê ve heta niha di encama gulebarana hêzên Îsraîlê de li deverên cuda yên Xezeyê 8 kes hatine kuştin.
Her wiha duh rayedarên tenduristiyê yên li Xezeyê anîn ziman ku 2 ji wan zarok 10 kes ji ber birçîbûnê mirine.
Girêdayî vê mijarê Nûnera Demokrat a Amerîkî Delia Ramirez got:
“Divê dorpêça Netanyahu ya ku zarokên Xezeyê birçî dike bi dawî bibe. Me ji rêveberiya Trump xwest ku dorpêça li ser alîkariya ji bo Xezeyê bi dawî bike.”
Gideon Saar: Dê dewleta Filistînê çênebe
Li Washingtonê jî Wezîrê Karê Dervê yê Îsraîlê Gideon Saar bi wezîrê Karê Derve yê Amerîka Marco Rubio re civiya. Piştî civînê Gideon Saar got: "Dewleta Filistînê wê tune be."
Ev axaftina Saar piştî wê yekê tê ku hemû endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji bilî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihandin ku birçîbûna li Şerîda Xezayê "krîzek bi destê mirovan tê çêkirin" û hişyarî dan ku bikaranîna birçîbûnê wekî çekek şer li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî qedexe ye.
Witkoff: Dê civîneke mezin were li darxistin ji bo bigihêjin rêkeftinekê
Herî dawiyê jî Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff eşker kir ku di rojên pêş de wê civînek mezin li koşka spî were li darxistin ji bo berî dawiya salê çareseriyek ji bo rewşa Xezayê were dîtin.