Li Sûdanê lehî rabû 9 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bakurê Sûdanê, lehî rabû, gelek mal û xanî hilwaşiyan û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyekê ji parastina sivîl, diyar kir ku roja çarşemê, lehiyek li bajarê Ad-Damar li eyleta Çemê Nîlê rabû, gelek mal û xanî hilweşiyan û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyê da xuyakirin ku lehiyê, heya niha jî, pênc taxên bajêr dorpêç kiriye.

Daîreya barana demsalî ya hikûmetê ragihand ku li eyaleta Gedaref a li rojhilatê Sûdanê, 600 xanî zirar dîtiye û nêzîkî 8 hezar 500 donim erdê çandiniyê, di bin avê de mane.

Li Sûdanê baranên demsalî, di meha Tebaxê de, digihîjin lûtkeyê û bi gelemperî li başûr û başûrê rojhilatê welêt kom dibin. Lê di salên dawî de, ew gihîştine herêmên çolê yên li bakur, heta sînorê bi Misrê re.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye