Piştî 10 salan Çîn û Taywan li hev civiyan

Duh piştî 10 salan Serokê Çînê Xi Jinping bi seroka partiya opozîsyona Taywanê Cheng Li-wen re civiya. Xi Jinping got ku ew baweriya xwe ya tevahî bi yekîtiya gelê Çîn û Taywanî dibîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xi ji Cheng Li-wen re got ku Meyla giştî ya nêzîkbûn û yekbûna mirovan li her du aliyên Tengava Taywanê dê neguhere û wiha anî ziman:

”Ev neçariyek e, em bi tevahî baweriya xwe bi vê yekê tînin.”

Ji aliyê xwe ve, seroka opozîsyona Taywanî ji serokê Çînê re tekez kir ku pêwîst e Çîn û Taywan "ji bo dûrketina ji şer" hevkariyê bikin û wiha lê zêde kir:

“Divê her du alî ji pevçûnên siyasî dûr bikevin.

Çareseriyeke bingehîn bibînin da ku pêşî li şer bigirin û ji şer dûr bikevin, da ku Tengava Taywanê bibe modelek ji bo çareserkirina aştiyane ya nakokiyan li çar aliyên cîhanê.”

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye