397 Dîlgirtiyên QSD'ê roja şemiyê tên berdan

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ragihand ku wê 397 girtiyên ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)'ê, roja şemiyê bên berdan. Berdana dîlgirtiyan wekî beşek ji hewldanên berdewam ên çareserkirina pirsgirêka girtiyan, hatiye plankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Ragihandinê ya Parêzgeha Hesekê, amadekariyên ji bo berdana komeke nû ya girtiyan li parêzgehê ragihand.

Her wiha berdana dîlgirtiyan roja şemiyê wekî beşek ji hewldanên berdewam ên ji bo çareserkirina pirsgirêka girtiyan, hatiye plankirin.

Tê gotin ku berdana dîlgirtiyan di qonaxa sêyemîn de ye û nêzîkî 397 girtiyan dihewîne.

Berdana dîlgirtiyan li gorî peymana ku di 29ê çile de di navbera Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê û QSD'ê de hatiye îmzekirin, berdewam dike.

Her du aliyan pabendbûna xwe ya ji bo bicîhanîna bendên peymanê piştrast kirin.

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye