Li Perlemantoya Îraqê hibijartinên serokkomarê nû sibe tên lidaxristin

Di Mijdara 2025'an de li Îraqê hilbijartinên giştî hatin lidarxistin. Ji wê demê ve, serokkomar nehatiye hilbijartin, ango serokwezîr nikare were tayînkirin û hikûmet jî nikare were avakirin. Sibê, li parlementoyê hilbijartineke serokkomariyê tê lidarxistin, lê dîsa jî, ti encam nayên hêvîkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Parlamentoya Îraqê, biryar da ku 11'ê Nîsanê ji bo hilbijartina serokkomarê nû civîneke taybet li dar bixe.

 

Lê di navbera komên siyasî de li ser hem namzetên serokkomariyê û hem jî yên serokwezîrtiyê nakokî berdewam dikin.

 

Ji sala 2003'an vir ve, piştî hilweşandina Sedam Husên, posta serokatiyê bi kevneşopî ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin.

 

Serokkomarê yekem ê Îraqê piştî Sedam, Celal Talabanî, Serokê YNK`ê bû, ji wê demê ve, ev post ji aliyê endamên YNK'ê ve tê birêvebirin.

 

Lê di vê serdema nû de, di navbera YNK û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya bi serokatiya Mesûd Barzanî de reqabet heye û PDK`ê namzedê xwe destnîşan kiriye.

 

Ew reqabeta di naveber her du aliyan de bû sedema paşxistina hilbijartinên serokkomariyê ya ku diviyabû di meha çileyê de li Perlemantoya Îraqê bi dawî biba.

 

Rayedaran, di çarçoveya hemahengiya Şêiyan ên ku komên Şîa yên Îraqê temsîl dikin bi serokatiya Serokwezîrê niha Sûdanî, ji serokên PDK û YNK`ê li Hewler û Silêmaniyê daxwaza lihevkirinê ji wan kirin.

 

Nelihevkirina hilbijartinên serokatiyê avakirina Hikûmeta nû li Îraqê dereng dixe.

 

Di çarçoveya Hemahengiya Şîeyan de Namzed Nûrî Malikî ye.

 

Lê namzedkirina Malikî bûye sedema krîzeke nû. DYA, Malikî wekî Pêvgirêdê Îranî dibîne û bi eşkereyî li dijî namzedkirina wî derdikeve.

 

Serokatiya Parlamentoya Îraqê bernameya rûniştineke taybet a ji bo nîqaşkirina hilbijartinên serokatiyê parve kir.

 

Di daxuyaniyeke fermî de hat ragihandin ku parlamento dê 11'ê Nîsanê, saet 11:00`ê sibehê bi yek xala rojevê bicive.

 

Di rûniştina Parlementoyê de ku bi tevahî 19 namzet, dê ji bo serokatiyê pêşbaziyê bikin, du nav derdikevin pêş; Fuad Husên, namzetê PDK, Nizar Amîdî, namzetê YNK`ê ye.

Ev çend meh in, her du alî li ser namzetekî hevbeş li hev nakin pêvajoya hilbijartinê dixe nav nezelaliyê.

Cîgirê duyemîn ê Serokê perlemantoya Îraqê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk Ferhad Etrûşî, derbarê runiştina di roja şemiyê de daxuyaniyeke nivîskî da. 

Etrûşî, diyar kir ku ew roja 11'ê Nîsanê ya ku ji bo hilbijartinên serokatiyê hatiye destnîşankirin ji ber nebûna "lihevkirina neteweyî û siyasî" qebûl nakin.

Etrûşî, bang li hevkar û rêberên siyasî kir û daxwaza "derfetek ji bo pêşxistina diyalog û têgihîştineke cidî li ser namzetekî kir ku dê bi lihevkirineke neteweyî ya berfireh, dûrî polîtîkayên zorê, were qebûlkirin."

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye