Li Kolombiyayê di encama êrîşa çekdarî de 6 kes hatin kuştin

Li başûr rojavayê Kolombiyayê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encamê de 6 kes hatin kuştin û gelek kes jî bi giranî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên rayedaran, êrîşkar bi du wesayîtan hatiye herêmê û gule reşandin.

Rayedarê xwecihî Felîpe Acosta, ragihand ku êrîşkar kesek li derve û pêncên din jî di hundirê avahiyekê de kuştine.

Hat diyarkirn ku li herêma ku êrîş li ser hatiye kirin gerîlayên berê yên FARC’ê û gelek komên çekdar ên din li herêmê kar dikirin.

Sûcdar hîn jî nayên zanîn.

Welat ji ber zêdebûna tundûtûjiyê krîzeke ewlehiyê ya cidî dijî.

Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Aştî û Pêşketinê, hejmara êrîşan di sala 2026’an de gihîşt 36’an ku ev asta herî bilind a salên dawî ye.

Serokkomar Gustavo Petro bi armanca meşandina pêvajoyeke aştiyê ya berfireh bi hemû komên çekdar re di sala 2022’yan de hatibû ser desthilatdariyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye