Televîzyona fermî: Cezayîrê peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî re birîn

Televîzyona fermî ya Cezayirê ragihand ku welatê wan biryar daye têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî re bibire; ev biryar piştî wê yekê tê ku bi gotina rayedaran "hemû rê û îmkanên ji bo parastina peywendiyên dualî hatine qedandin".

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Televîzyona fermî ya Cezayîrê eşkere kir ku piştî xetimîna hemû rêyên dîplomatîk ên ji bo parastina têkiliyên dualî, Cezayîrê bi fermî peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî re qut kirine.

Her çend sedemên sereke û hûrgiliyên vê gava ji nişka ve hîn bi tevahî zelal nebûne jî, tê zanîn ku medyaya Cezayîrê di demên borî de rexneyên pir tund li polîtikayên Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî kiribûn. Medyaya herêmî ya Cezayîrê, dewleta Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî tawanbar dikir ku bi zanebûn hewla têkdana aramiya herêmê û geşkirina nakokiyan dide.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye