Rûsyayê êrîşî herêma Sumy a Ukraynayê kir: 5 kes mirin û 25 jî birîndar in

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam dike û êrîşên asmanî li ser çend deverên Ukraynayê zêde bûne. Li gorî Reutersê, li herêma Sumy ya Ukraynayê navendeke bazirganiyê hat armancgirtin, di encamê de 5 kes hatin kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûn. Di heman demê de, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ku gihiştiye Kanadayê got, parastina asmanî û amadekariya şerê taybet bi zivistanê dê mijarên sereke yên serdana wî bin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Ukraynayê, êrîşên Rûsyayê li ser çend devean berdewam in.

Li gorî Reuters, di êrîşên dawî de li Kyivê kesekî jiyana xwe ji dest daye û 17 kesên din jî birîndar bûne.

Di êrîşa Rûsyayê ya li ser herêma Mykolaivê de 4 kes mirin

Her wiha Waliyê Herêma Mykolaiv a Ukraynayê Heorhii Reshetilov destnîşan kir ku di encamê êrîşên Rûsyayê yên li ser herêmê de 4 kes hatin kuştin û 19 kesên din jî birîndar bûn.

Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê cara yekem êrîşî depoyeke sotemeniyê ya li paytextê Ukraynayê kirin û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li bajarê Sumy jî dronên Rûsyayê navendeke bazirganiyê armanc girtin. Di encamê de 5 kes mirin û 25 kesên din jî birîndar bûn.

Di aliyê din de, Ukrayna êrîşên xwe li hundirê axa Rûsyayê zêde kiriye.

Dronên Ukraynayê li herêma Yamalê, li bakurê Rûsyayê, tesîseke girîng a gazê armanc girtine û li wir agir derket.

Ukrayna dibêje ku ji destpêka şer ve ev yek ji dûrtirîn êrîşên wê yên li hundirê Rûsyayê ye .

Zelensky: Parastina asmanî yek ji mijarên sereke yên civînê ne 

Di heman demê de, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky gihiştiye Kanadayê û got ku parastina asmanî û amadekariya Ukraynayê ji bo zivistanê dê di nav mijarên sereke yên civînên wî de bin.

Di aliyê dîplomasiyê de jî, Moskovayê got ku ew hêvî dike dan û standinên aştiyê bi navbeynkariya Amerîkayê di demeke nêzîk de ji nû ve dest pê bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye