Yemen: Amerîkiyê serkirdeyekî bilind ê El Qaîdeyê kuşt

Çavkaniyên herêmî yên Yemenê ragihadin ku Fermandarekî leşkerî yê El Qaîdeyê û hevalekî wî, di êrîşeke hewayî ya Amerîkayê de hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hate diyarkirin ku dema ku herdu serkirde li motorsîklêtê siwar dibûn, hatine hedefgirtin.

Rojnamevan û lêkolînerê pispor ê di karûbarên El Qaîdeyê de, Mihemed bin Feysel, di postekê  li ser platforma xwe ya X`ê de, nasnameya kesên ku di êrîşê de hatine kuştin eşkere kir.

Mihemed bin Feysel di posta xwe ya X'ê de têkildarî mijarê dibêje:

"Di êrîşa hewayî ya Amerîkayê de fermandarekî leşkerî yê El Qaîdeyê li Yemenê, Munîr Bajalî El-Ehdal, ku bi navê `Ebû El-Heîca El-Hedîdî` tê nasîn hat kuştin."

Feysel diyar kir ku El-Ehdal yek ji fermandarên leşkerî yê navdar ê el-Qaîdeyê li Yemenê bû, berê li gelek herêman serkirdetiya El Qaîdeyê kiribû.

Bi salan e, dronên Amerîkî li gelek parêzgehên Yemenê, êrîşên hewayî li dijî serkirde  û endamên el-Qaîdeyê pêk tînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye