Tevî gotinên Trump şerê Tayland û Kamboçyayê berdewame

Tevî îdiaya Trump a agirbesta nû, şerê di navbera Tayland û Kamboçyayê de berdewam dike. Di şerê dawiyê de, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û 400 hezar kesên din jî koçber bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Roja înê, serokê Amerîkayê bi riya telefonê bi her du aliyên şer re, axivî.

Piştî axaftina telefonê, Trump van gotinan kir:

“Tayland û Kamboçya li hev kirine.

Ji roja Înê pê ve hemû dijminatiyê rawestînin.”

Tevî îdiaya Trump a agirbesta nû, şerê di navbera Tayland û Kamboçyayê de berdewam dike.

Kamboçyayê îdîa kir ku Tayland li seranserê sînor bi top û balafirên şer êriş kiriye.

 Ji aliyê din ve, artêşa Taylandî, hêzên Kamboçyayê bi hedefgirtina deverên sivîlan tawanba kir.

 

Tayland: Ji bo ewlehiyê wê operasyon bidome

 

Serokwezîrê Taylandê got:

“Em soz didin ku operasyonên leşkerî yên li dijî Kamboçyayê bidomînin,

heya ku em hîs bikin ku ax û gelê me êdî rastî zirar û gefan nayên.”

Di pevçûnên vê dawiyê yên li ser sînorê her du welatan de bi dehan sivîl hatin kuştin û zêdetirî 400 hezar kes jî koçber bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye