Li Kolombiyayê Balafireke Leşkerî ket: 66 Leşker mirin

Li Kolombiyayê di encama ketina balefireke leşkerî de, li gorî agahiyên destpêkê, 66 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî winda ne.

reset font size increase font size

Di seatên sibê de balefireh leşkerî ya aîdî Kolombiyayê ji ber sedemeke hêj nayê zanîn ket.

Li gorî agahiyên pêşiyê heta niha mirina 66 kesan teqez bûye û ji gelek kesên di balefirê de jî agahî nayê girtin.

Piştî ketina balefirê ji hêla saziyên tenduristîyê yên Kolombiyayê ve xebatên lêgerîn û xilaskirinê hatin destpêkirin.

Li gorî agahiyan bi tevahî 128 kes di balefirê de bûne. Ji van 115 kes leşker, 11 kes ji yekîneya balefirê û 2 kes jî endamên ewlehiya neteweyî bûne.

Li cihê bûyerê xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam dikin. Fikar heye hejmara miriyan zêde bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye