Piştî îstîfaya Serokwezîrê Înglîstanê Keir Starmer, serokekî nû ji bo Partiya Karker a desthilatdar li Înglîstanê, hate destnîşan kirin.
Andy Burnham, ku bi navê "Padîşahê Bakur" tê nasîn, roja înê wekî serokê Partiya Karker hat hilbijartin.
Piştî hilbijartina wî, di konferansekê de Burnham got ku ew amade ye ku desthilatdariyê bigire destê xwe.
Biryar e Starmer roja duşemê îstifaya xwe pêşkêşî Qiral Charles bike û Andy Burnham were vexwendin ji ku bo bi fermî weke Serokwezîr were tayîn kirin.
Bi vê yekê ew ê bibe 59emîn Serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî.
Andy Burnham ê ku dê bibe Serokwezîrê Îngilistanê kî ye?
Andy Burnham yê ku wê bibe serokwezîrê Îngîlistanê kiye û berê çi kar kirye?
Burnham bi eslê xwe Îrlandî ye û li herêmeke di navbera Liverpool û Manchesterê de li bakur-rojavayê Îngilîstanê di sala 1970an de ji dayik bû û li wir mezin bû.
Bavê wî wekî endezyarê telefonê dixebitî û dayika wî jî li klînîkeke bijîşkî dixebitî.
Ew di ciwaniya xwe de tevlî Partiya Karker bû, li Zanîngeha Cambridge xwend û di sala 2001an de cara yekem ji bo Parlamentoyê hate hilbijartin.
Burnham nêzîkî 15 salan wek Endamê Parlamentoyê xebitî.
Di vê demê de, ew di bin Serokwezîr Tony Blair de di rêzên bilind de bû.
Ji sala 2007 heta 2010 di hikûmeta Gordon Brown de wek wezîr xizmet dikir.
Ew 2 caran ji bo serokatiya Partiya Karker, di 2010 û 2015an de, bû berbijêr, lê her du caran jî winda kir, û piştire ji bajare Westminster derket da ku bibe Şaredarê bajarê Mezin ê Manchestera``yê.
Burnham ji sala 2017an vir ve serokatiya bajarê mezin yê Manchestera`yê dike, û çavdêriya projeyên berfireh dike ji bo vejandin û pêşxistina bajêr.
Roja înê jî, wekî serokê nû ya partiya karker hat hilbijartin û wê li şûna Keir Starmer wek serokê serokwezîrê nû were tayînkirine.
Bi vê yekê jî, dibe bibe heftemîn Serokwezîrê ku di deh salên dawî de dest bi kar dike.