NY: Şerê li Îranê dê zêdeyî 30 milyon mirovî xizan bike

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî (NY) Alexander De Croo, anî ziman ku ji ber bandora şerê Îranê ya global dibe ku bi milyonan mirov xizan bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji rêveberên Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Alexander De Croo anî ziman ku şerê li Îranê wê di asta global de encamên aboriyê yên giran bi xwe re bîne.

Alexander De Croo da zanîn ku ev şer wê ji nû ve zêdeyî 30 milyon mirov bixe nava birçîbûnê.

Li gorî De Croo kêmaniya di sotemenî û gubreyê de bandoreke yekser li hilberîna çandiniyê dike.

Hate ragihandin ku bandora vê yekê wê di salên pêş de li ser çandiniyê hîn giran bibe.

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ne ewlehiya xwarinê, wê mehên bê bigihêje asta herî bilind û kêmbûna veguhestina pere û enerjiyê, krîz girantir kiriye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye