Li Fîlîpînan erdhejeke bi pileya 7.4 çêbû

Erdhejek bi pileya 7.4 ya li Girava Mindanao, Fîlîpînan hejand û hişyariya tsûnamiyê hate dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Deryaya Spî ragihand ku roja Înê li herêma Mindanao ya Fîlîpînan erdhejek bi pileya 7.4 çêbûye. 

Navendê her wiha diyar kir ku erdhej di kûrahiya 58 kîlometreyan de çêbûye.

Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê hişyariyek da ku pêlên tsunami yên xeternak dê heya 300 kîlometreyan ji navenda erdhejê dûr jî bandor bike.

Rayedarên Fîlîpînî ji bo tsunamiyê û erdhejên domdar hişyarî dan lê heya niha derbarê zirarên madî û giyanî de ti agahî nehatiye parvekirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24