Li Endonezyayê ji ber şewatekê 22 kes mirin

Li Endonezyayê di avahiyekê de şewat derket. Di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li paytexta Endonezyayê Cakartayê, agir bi avahiyeke 7 qatî ket.

Di şewata vê avahiyê de herî kêm 22 kesan ku piraniya wan jin in, jiyana xwe ji dest dan.

Tîmên tenduristiyê yekser birîndar rakirin nexweşxaneyên li navenda Cakartayê.

Tîmên agirkûjiyê hewl didin kesên di qate jorîn de asê mane, derxin.

Polîs diyar kir ku agir ji ber teqîna bataryayên dronekê, çêbûye.

Şewateke bi vî rengî di sala 2023`an de li welêt pêk hatibû. 

Di encama şewatê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye